Kurd di gelek warên weke edebîyat, huner û zanistê de gelekî pêş ketine û di van waran de gelek kesên bi nav û deng di nava xwe de vehewandine. Her çiqas ew derfetên ku bi temamî li ser van mijaran bi rêk û pêk û weke yekane armanc bi dest nexistibine jî bi hewldanek e pîroz gelek kesan xwe li cîhanê dane pejirandin. Ji van kesan EHMEDÊ XANÎ, li Baziê ji dayik bûye û him kesê ku cara yekem bi hestên netewî nivîs nivîsandiye him jî destaneke ku ji terefê hemû Kurdan tê dizanîn ‘’MEM Û ZÎN’’ nivisandiye. Ji xendî MEM Û ZÎNê berhemên wek NÛBIHARA BIÇÛKAN, EQÎDEYA ÎMANÊ, EQÎDEYA ÎSLAMÊ, FÎ BEYANÎ ERKANÎ ÎSLAMÎ, ERDÊ XWEDA, DÎWANA HELBESTAN, ŞIÎRÊN FÎLOZOFÎ jî nivîsandiye. Kesê din MELAYÊ CIZÎRÎ ye. MELAYÊ CIZÎRÎ wek di paşnavê wî de jî nivîsandiye li CIZÎRÊ ji dayikbûye. Li gor demê, beriya EHMEDÊ XANÎ jiyaye. Berhemeke wî gihaştiye serdema me ew jî ‘’DÎWAN’’ e. Ji xendî ev her du kesayet û nirxên girîng mere dikare behsa FEQIYÊ TEYRAN bike. Feqî li gor texmînan 1590î de li Hekarîyê ji dayik bûye û 1660 î de jî li xîzanê rehmet kiriye. Berhema wî ya herî girîng ‘’HESPÊ REŞ’’ e. Ji bilî vê berhemê, berhemên wî yên wek e ŞÊXÊ SENAN, QISEYA BERSIYAYÎ, EY AVÊ AV, XAN DIMDIM, BERSISÊ ABÎD, SÎSEBAN û AY DÎLBERÊ hene. Mere dikare kesên KURD yên navdar wisa rêz bike;
SÎYAHPOŞ, BABA TAHIRÊ URYAN, CEBAN EL KURDÎ, EL CEZERÎ, MELAYÊ BATEYÎ; MEWLÎD, CIZRAWÎ, ŞEREFXANÊ BEDLÎSÎ
QAZÎ MIHEMMED, CEGERXWÎN, XELÎL XEYALÎ, EREBÊ ŞEMO, CELÎLÊ CELÎL, CELADET BEDIRXAN
KAMÎRAN BEDIRXAN, SÎMA SEMEND, PÎREMÊRD, ABDULLA PÊŞEV, MEMDÛH SELÎM, HEMZEYÊ MIKSÎ, ŞEHREZÛRÎ, ŞÊRKO BÊKES, ŞAKIRO
ARAM TÎGRAN, EYŞEŞAN, XALID BEG, ŞIVAN PERWER, HESEN ZÎREK, CIWAN HACO, SIMKO, MUSA ANTER, MEYREMXAN, MEHMET UZUN